Hevşaredar Ay: Aştiya mayînde bi xurtkirina nirxên demokratîk pêkan e
Di girtina konferansa wêje û aştiyê de ku bi organîzasyona PENa Navneteweyî û PENa Kurd ve hat lidarxistin, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay bal kişand ser girîngiya Prosesa Aştiyê û Civaka Demokratîk û got, "Avakirina aştiya mayînde, di heman demê de xurtkirina bîra civakî, îradeya jiyana hevpar û nirxên demokratîk dixwaze."
Konferansa wêje û aştiyê ku tê de rola wêje, ziman û ronakbîriyê ya di nava aştiyê, lihevhatinê û jiyana bi hev re de hat gotûbêjkirin, piştî rûniştin û nirxandinên ku tevahiya rojê domiyan, bi dawî bû. Axaftina girtinê ya konferansê ya ku bi organîzasyona PENa Navneteweyî û PENa Kurd û bi piştevaniya Bajarê Mezin ê Amedê, Şaredariya Peyasê, Şaredariya Bajarê Mezin a Baglarê, Şaredariya Bajarê Mezin a Yenîşehê û Şaredariya Sûrê li Salona Civînan a DBB Elî Emîrî hat lidarxistin, ji aliyê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay ve hat kirin.
Ji bilî Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezinaê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, hevserokên şaredariyên navçeyan, endamên meclîsa DBB'ê, Alîkarên Sekreterê Giştî yê DBB'ê Zerin Turk û Muhabbet Erdogmuş, serokên daîreyên peywendîdar, wêjevan, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn.
Hevşaredar Emîn Ay: Em pêvajoyê bi hêvî û berpirsiyarî dişopînin
Hevşaredar Emîn Ay di axaftina xwe ya girtinê de diyar kir ku ew di serdemeke dîrokî re derbas dibin ku hem li herêma me û hem jî li cîhanê ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve guhertin û veguherînên girîng çêdibin û got ku ew Prosesa Aştiyê û Civaka Demokratîk ku nêzîk ve paşeroja gelê kurd û tevahiya civaka Tirkiyeyê eleqedar dike, bi destekî mezin a hêvî û berpirsiyariyê dişopînin.
'Avakirina aştiyê berpirsiyariya hevpar a hemû beşên civakê ye'
Hevşaredar Ay bal kişand ser wê yekê ku avakirina aştiyê ne tenê berpirsiyariya aktorên siyasî ye, belkî berpirsiyariya hevpar a hemû beşên civakê ye û anî ziman ku ji ber vê yekê konferans pir bi wate û bi qîmet e. Hevşaredar Ay da xuyakirin ku ew bawer dikin ku nîqaşên ku tevahiya rojê hatine kirin, nêrînên ku hatine parvekirin û pêşniyarên ku hatine holê dê tevkariyên girîng li civakîbûna aştiyê bikin û wiha got:
"Amed, bi dîroka xwe ya hezarên salan, berhema xwe ya çandî û bîra xwe ya civakî ya xurt her dem bûye yek ji navendên girîng ên raman, wêje, huner û têkoşîna civakî. Bajarê me ku mazûvaniya ziman, çend çand û baweriyên ciyawaz kiriye, îro jî rûmeta pêşwazîkirina nivîskar, helbestvan, ronakbîr û siyasetmedarên ku ji erdnîgariyên cuda yên cîhanê tên, dijî. Em wekî rêveberên herêmî yên vî bajarî, berhema dîrokî û çandî ya Amedê di avakirina paşerojeke demokratîk, azadîxwaz û aştiyane de wekî nirxeke girîng dibînin. Em dizanin ku çareserkirina pirsgirêka xwedî aliyên dîrokî û civakî yên wekî pirsgirêka kurd ne tenê bi danûstandinên siyasî ve sînorkirî ye. Avakirina aştiyê ya mayînde di heman demê de xurtkirina bîra civakî, îradeya jiyana hevpar û nirxên demokratîk dixwaze."
'Aştî, awayê jiyanê ye ku wekhevî û edalet bi hev re lê tên avakirin'
Hevşaredar Ay diyar kir ku aştî ne tenê bidawîbûna pevçûnan e; awayê jiyanê ye ku ziman, çand û nasname dikarin bi azadî lê bijîn û wekhevî, edalet û civakeke demokratîk bi hev re lê tên avakirin. Ayî her wiha da zanîn ku hêza veguherîner a wêje, huner û ramanê di vê xalê de xwedî girîngiyeke mezin e û got her peyva ku nivîskar, helbestvan û ronakbîrên ku wijdan û bîra civakê ne ji bo aştiyê tînin ziman, tevkariyeke bi qîmet e ku ji bo avakirina paşeroja demokratîk hatiye pêşkêşkirin.
'Em di cîbicîkirina berpirsiyariya xwe ya ji bo civakîbûna aştiyê de bi biryar in'
Hevşaredar Ay destnîşan kir ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi têgihiştineke rêveberiya herêmî ya demokratîk, beşdar, pirzimanî û pirçandî ew di cîbicîkirina berpirsiyariya li ser milê xwe de ji bo civakîbûna aştiyê de bi biryar in û hêvî kir ku konferans bibe wesîle ku têkiliyên wêjeya kurdî bi wêjeya cîhanê re xurt bibe û pirên nû yên piştevaniyê di navbera ronakbîrên gelên cuda de werin avakirin.
Ji Burhan Sonmez re 'Xelata Rûmetê ya Amedê'
Piştî axaftinên girtinê, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, "Xelata Rûmetê ya Amedê" dan Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez.
