Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Bucak bi karkerên agirkujiyê û malbatên wan re

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, di çarçoveya Hefteya Agirkujiyê de bi karkerên agirkujiyê û malbatên wan re hat gel hev û xebatên ceribandinê yên wesayîtên nû yên ku xistine nava binesaziya Serokatiya Daîreya Agirkujiyê, li cî şopand.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, bi minasebeta Hefteya Agirkujiyê bi karkerên agirkujiyê û malbatên wan re civiya. Di çarçoveya bernameyê de ku Hevberdevka Meclîsa BŞB'ê Demet Ceylan û Serokê Daireya Agirkujiyê Mehmet Candar jî pê re bûn, xebatên ceribandinê yên wesayîtên agirkujiyê yên bi tevahî bi alav hatine pêxistin û nû li filoya wesayîtên Serokatiya Daîreya Agirkujiyê hatine zêdekirin, hatin kirin. Hevşaredar Bucak ceribandinên performansa wesayîtan li cih şopand û ji rayedaran agahî girt.

Hevşaredar Bucak: Qadeke pir fedakar e

Piştî ceribandinên wesayîtan, Hevşaredar Bucak axaftinek ji xebatkarên agirkujiyê û malbatên wan re kir û bal kişand ser wê yekê ku agirkujî fedakariyeke mezin dixwaze. Hevşaredar Bucak di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Bila Hefteya Agirkujiyê ji bo me hemûyan û malbatên we pîroz be. Ew pîşeyeke girîng dikin. Pîşeyeke pir dijwar e û her kes nikare bike. Qadeke xebatê û pîşeyeke pir fedakar e, ji ber vê yekê ez spasiya her yek ji we dikim. Destê we hemûyan sax be. Em difikirin ku me ji demekê ve kapasîteya xwe ya agirkujiyê pêş xistiye. Bê guman dawiya vê nîne; heta ku derfetên me hebin em ê her tiştî bikin ji bo dîtina teknolojiyên nû û pêşxistina perwerdehiyên nû."

Spasî ji bo mudaxeleyên serketî yên di dema havînê de

Hevşaredar Bucak behsa şewatên di mehên havînê yên dijwar de jî kir û got: "Ez spasiya her yek ji we dikim ji bo hewldana we ya bilind a di pêvajoya havînê ya ku me derbas kir. We di dema xwe de û bi rengekî baş mudaxeleyî bûyeran kir. Em derbasî payizê bûn; wekî meha Mijdarê em ê derbasî serdemeke ku zêdehiyek hinekî kêm bibe û vegere rewşa normal û hûn ê bernameyên xwe yên perwerdehiyê cûrbecûr bikin. Ez Hefteya Agirkujiyê ya we hemûyan pîroz dikim."

Bername, piştî kişandina wêneya bîranînê ya bi karkerên agirkujiyê û malbatên wan re bi dawî bû.

Bi wesayîta nû mudaxeleyeke bilez

Wesayîta agirkujiyê ya bi derence ya ku hat ceribandin, bi taybetmendiyên xwe yên teknîkî derdikeve pêş. Wesayîta ku xwedî alavên teknolojîk ên herî dawî ye, bi pergala xwe ya derenceyê dê derfeteke mudaxeleyê ya zûtir û bibandortir pêşkêş bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan