Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şewata li 2yemîn Sîteya Pîşesaziyê hat vemirandin

Ekîbên îtfaiyeyê bi koordîneya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, midaxaleyî şewata ku li li 2yemîn sîteya Pîşesazîyê ya li Yenîşehrê derketibû kir û şewat hat vemirandin. Li Taxa Sanayî ya navçeya Yenîşehîrê di kargeheke ku li Kolana 39emîn a Sanayiyê ya 2emîn de ye şewat derket. Şewata

Ekîbên îtfaiyeyê bi koordîneya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, midaxaleyî şewata ku li li 2yemîn sîteya Pîşesazîyê ya li Yenîşehrê derketibû kir û şewat hat vemirandin.

Li Taxa Sanayî ya navçeya Yenîşehîrê di kargeheke ku li Kolana 39emîn a Sanayiyê ya 2emîn de ye şewat derket. Şewata ku sedema wê nehat zanîn zû mezin bû û li cihên kar ên derdorê belav bû. Li ser agahiyê îtfaiye hat cihê şewatê. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û endamên meclîsê jî piştgirî dan xebatên vemirandinê yên ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun koordînekirî.

Tankerên avê yên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) û Midûriyeta Park û Baxçeyan jî piştgirî dan xebatên vemirandinê ku 10 wesayît û 45 xebatkarên girêdayî Îtfaiyeyê beşdar bûn.

Agir hat vemirandin

Şewata ku di saet 16.30an de dest pê kir û sedema wê nehat zanîn bi mudaxeleya lezgîn a îtfaiyeyê di demeke kurt de hat vemirandin.

Tîmên zabiteyan tedbîr girtin

Piştî şewata ku li kargeha ku rûnên maden û parçeyên îsotê difroşin derket û piştre li 3 kargehên din belav bû hat vemirandin, ekîbên zabiteyan li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin.

Piştî şewat hat vemirandin ekîbên agirkujiyê xebatên sarkirinê kirin û ji bo tespîtkirina sedema şewatê dest bi xebatê kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan