Şandeya AK Partiyê ya Amedê serdana DBB'yê kir
Serokê Bajarê Amedê yê Partiya Dad û Geşedanê (AK Parti) Hamît Sumer û heyeta pê re, serdaneke nezaketê li Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Serra Bucak û Emîn Ay pêk anî.
Piştî pêşwaziyê, di hevdîtinê de, li ser xizmetên rêveberiyên xwecihî nêrînên hevbeş hatin parvekirin.
Di dema hevdîtinê de endamên Meclîsa DBB'yê û Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu jî li gel Hevşaredar Bucak û Ay bûn.
