Hevşaredar Bucak: Tîryak ne tenê meseleyeke asayîşê ye, divê polîtîkaya civakî bê hilberandin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, tevlî daxuyaniya ku ji aliyê Platforma Şiyar Be û bi şiara "rabin" hat lidarxistin bûn. Hevşaredar Bucak di daxuyaniyê de destnîşan kir ku têkoşîna li dijî alûdebûnê (tiryakiyê) ne tenê meseleyeke asayîşê ye, divê polîtîkaya civakî ya xurt bê hilberandin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn ku di çarçoveya kampanyaya Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be de bi şiara "Ji bo jiyaneke azad a li dijî alûdebûnê rabin" li dijî tiryak, fihûş û wêrankariya civakî li seranserê bajar hate meşandin.
Encamên anketa alûdebûnê ya ku bi awayê rûbirû li gel hezar û 609 kesan li taxên Yenîşehir (Ben û Sen), Baglar (Kaynartepe), Sûr (Îskenderpaşa) û Kayapinarê (Medya) hatibû kirin, li Baxçeyê Millet li kêleka Tirbeya Hz. Silêman bi raya giştî re hatin parvekirin.
Ji bilî Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo, Adalet Kaya û Serhat Eren, Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, GABB û Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelik, Hevşaredarê Konseya Bajêr Serdar Keskin, Hevberdevkê Meclisa DBB'yê Ayhan Karatekin, Cîgira Sekreterê Giştî Zerin Turk, endamên meclisê, hevşaredarên navçeyan, serokên daîreyan, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek welatî tevlî vê daxuyaniyê bûn.
'Rêxistineke wisa ya asoyî destê rêveberiya herêmî xurt dike'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di bernameyê de axivî û bal kişand ser girîngiya krîtîk a xebatên ku platformê ji roja damezrandina xwe ve ji bo paşeroja bajêr dimeşîne. Hevşaredar Bucak diyar kir ku têkoşîn nikare tenê bi derfetên şaredariyan sînordar bimîne û ev tişt gotin:
"Li vir platformeke kolektîf heye; heval û sazîyên me yên ku li her qadê xebatan dimeşînin hene. Hatin gel hev a di nava bajarekî wiha de bi rêxistineke wisa ya asoyî re bê guman destê rêveberiya herêmî xurt dike. Weke Şaredariya Bajarê Mezin, me xebatên xwe yên têkoşîna li dijî alûdebûnê û şêwirmendiyê li asta taxan da destpêkirin û anî astekî diyar. Lê belê ez dixwazim destnîşan bikim ku ev ne karekî wisa ye ku tenê rêveberiyên herêmî bi avakirina navendên şêwirmendiyê bikin; ev yekbûna ku dê siyaset, civaka sivîl û komên pîşeyî yên cuda ava bikin, dê hêza rast bide xebatan."
'Divê alûdebûn wekî pirsgirêka polîtîkaya civakî bê girtin'
Hevşaredar Bucak diyar kir ku wan biryar girtine ku navendên têkoşîna li dijî alûdebûnê li hemû navçeyên derve û bi taybetî li çar navçeyên navendî bên avakirin û pêvajoyên îstihdama karmendên pispor û peydakirina cî berdewam dikin. Bucakê rexneyên xwe yên li ser awayê girtina mijarê anî ziman:
"Mixabin li vî bajarî têkoşîna li dijî tiryak û alûdebûnê tenê wekî meseleyeke asayîşê tê dîtin. Lê belê ev meseleyeke polîtîkaya civakî, qada civakî, pêşveçûna civakî û nîqaşê ye. Divê li ser vê yekê polîtîkayên civakî yên berbiçav bên hilberandin."
'Amadekariyên projeya navenda dermankirina klînîkî ya razayî hatin qedandin'
Hevşaredar Bucak mizgîniya wê yekê da ku amadekariyên projeya navenda dermankirina klînîkî ya razayî ku bi taybetî jinên ku têkoşîna li dijî alûdebûnê didin dikarin bigihîjinê hatine qedandin û astengiyên burokratîk ên ku pê re rû bi rû mane bi van gotinan anî ziman:
"Projeya me amade ye, bûdçeya me amade ye, îrade û hêza me ya vê yekê heye. Lê belê tevî hevdîtinên ku bi Rêveberiya Tenduristiyê ya Bajar re hatine kirin hêj me encam negirtiye. Li bajarekî wisa terxankirina eraziyeke xezîneyê ji bo rêveberiyên herêmî jî pir tê dîtin. 2.5 sal in em di hema bêje her xebateke polîtîkaya civakî de ku em dixwazin bikin bi vê astengiyê re rû bi rû dimînin. Dema ku hesabê eraziyên ku qeyûman firotibûn nayê pirsîn, astengkirina van hewldanên me dê biryardariya rêveberiyên herêmî ya di têkoşînê de kêm neke, berevajî dê zêde bike. Em ê xebatên perwerde, hişyarbûnê û avakirina navendan bi lez bixin meriyetê."
'Şaredariyên navçeyan ji bo avahiyên kavil kedeke mezin didin'
Hevşaredar Bucak diyar kir ku şaredariyên navçeyan ji bo hilweşandin û paqijkirina avahiyên metruk kedeke mezin didin û bal kişand ser wê yekê ku ji ber ku qadên ku piştî hilweşandinê derdikevin holê nayên mîrîkirin, pirsgirêk nikare bi awayekî mayinde bê çareserkirin. Hevşaredar Bucak da zanîn ku şaredariyên Sûr û Baglarê zêdetirî sal û nîv e ku hilweşandina avahiyên metruk didomînin û got:
"Tevî ku li Baglarê ji ber nîzamên pêvebûyî û pirsgirêkên îmarê pêvajo bi zehmet bi pêş ve diçe jî xebat berdewam dikin. Em ê li Erxenî, Henê û navçeyên xwe yên din ên derve jî hilweşandina avahiyên kavil bidomînin. Lê belê dema şaredarî hilweşandinê dikin û molozan radikin pêvajo naqede; li paş avahî û qadên vala dimînin. Tam di vê xalê de mekanîzmaya veguherîna bajarî ya Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê divê li vî bajarî bixebite."
'Divê nêzîkatiya navendîparêz bê terkikin'
Hevşaredar Bucak anî ziman ku veguherîna bajarî vegeriyaye meseleyeke ku dewlet dibêje û paşve dikişîne û wiha got:
"Heta ku nêzîkatiya navendîparêz û burokraziya ewlehiyê li bajar bixebite; heta ku li qadên wekî Fîskaya, Ben u Sen û Kaynartepeyê bûdçeya rêveberiya herêmî, hêza mirovî û aqilê civakê nebin hevpar, dîtina çareseriyeke mayinde dê zehmet be. Ferz e ku ev nêzîkatiya navendîparêz a Enqereyê bê terkikin."
'Divê mekanîzmayeke hevpar ku hemû sazî berpirsiyariyê bigirin ser xwe bê avakirin'
Serra Bucak bal kişand ser pîvana ewlehiyê ya ronahiyên kolan û parkan a di têkoşîna li dijî tiryakê de û bi van gotinan tekez kir ku divê DEDAŞ berpirsiyariyên xwe bi cih bîne:
"Ew muhatabê sereke yê stûnên ronahiyê yên li kolan û kuçeyan e. Piştî ku em rê û peyarêyan temam dikin, li gorî prosedurê me binesaziyê radest kiriye. Lênihêrîn, tamîrkirin û ronîmayîna kolanan berpirsiyariya wan e. Em mekanîzmayeke hevpar dixwazin ku tê de hemû sazî berpirsiyariyê bigirin ser xwe."
Daxuyanî, bi pêşkêşiyên rapora ku ji aliyê nûnerên Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be ve bi Tirkî û Kurdî hatibû amadekirin û 4 taxan vedihewand, bi dawî bû.
