Di 16'emîn Amed Cupê de kelecan berdewam e
Di Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê de ku îsal ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve cara 16'an tê organîzekirin, di çar kategoriyên cuda de bi giştî 354 werzişvan hevrikiyê dikin. Şampiyonên turnuvayê dê piştî pêşbirkên fînalê yên ku tê plankirin di 13'ê Cotmehê de bêne lîstin, diyar bibin.
Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê ku ji aliyê Serokatiya Navenda Xizmetên Ciwanan û Werzişê ve bi rengekî kevneşopî tê organîzekirin, di sala xwe ya 16'an de berdewam dike. Turnuvaya ku bi armanca meyldarkirina ciwan û mezinan ber bi werzişa tenîsê ve, belavkirina kultura tenîsê ya ku li bajêr geş dibe û anîna cem hev a heskiriyên tenîsê tê lidarxistin, ji aliyê werzişvanan ve bala girîng dibîne.
Di turnuvayê de ku ji komên temenî yên cuda bi giştî 354 werzişvan beşdar bûne, werzişvan ji bo ku bikevin dereceyan û şampiyoniyê bi dest bixin li kortan têkoşînê dikin.
Di çar kategoriyan de pêşbirk têne lîstin
Turnuva di çar kategoriyan de tê kirin: Ciwanên Mêr, Ciwanên Jin, Mezinên Jin û Mezinên Mêr. Beşdarbûna bilind a di kategoriyên jinan de bala mirov dikşîne; di kategoriya Ciwanên Jin de 20, di kategoriya Mezinên Jin de jî 108 werzişvan hevrikiyê dikin.
Pêşbirk di bin çavdêriya hakeman de li çar tesîsên cuda têne lîstin: Korta Tenîsê ya Girtî ya 75 Mahabad, Kompleksa Werzişê ya 500 Evler, Kortên Tenîsê yên Parka Ersin Tatar a Şaredariya Rezanê û Korta Tenîsê ya Parkormanê. Ji werzişvanên ku di turnuvayê de dikevin dereceyan û dibin fînalîst re dê xelatên wan bêne danîn.
Pêşbirkên fînalê di 13'ê Cotmehê te ne
Di turnuvayê de piştî pêşbirkên elemeyê dê fînalîst diyar bibin. Pêşbirkên fînalê yên ku dê şampiyon tê de bêne diyarkirin jî tê plankirin ku di 13'ê Cotmehê de bêne lîstin.
‘Li Amedê tenîs ji binî ber bi jor ve belav bû’
Hakki Firat ku wekî werzişvan û dilxwaz tevlî turnuvayê bûye, diyar kir ku Amed Cup ji bo kultura werzişê ya Amedê xwedî cihekî girîng e û got:
"Lidarxistina 16'emîn Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê ji bo me werzişvan û heskiriyên tenîsê pir biqêr e. Ez jî di vê turnuvayê de hem wekî werzişvan hem jî wekî dilxwaz cih digirim. Ji sala yekem a ku turnuva hat lidarxistin vir ve ez di nav organîzasyonê de me û ez piştevaniya xwe ya bi dilxwazî berdewam dikim."
Firat da zanîn ku di belavbûna tenîsê ya li Amedê de rêveberiyên herêmî rol eke girîng girtine ser milê xwe û axaftina xwe weha berdewam kir:
"Li dijî tiştê ku di bajêr de bi gelemperî tê zanîn, ne tenê futbol û werzişên populer, tenîs jî gihîştiye beşekî fireh. Di belavbûna tenîsê ya ber bi gel de, giringîdayîna rêveberiyên herêmî ya bo vê qadê diyarker bû. Di sala 2011'an de dema ku li Parkormanê korteke tenîsê hat çêkirin, li ser elaqe û daxwaza ku çêbû vê turnuvayê dest pê kir. Paşê şaredariyên din, bi taybetî Şaredariya Peyasê berê xwe da vê qadê. Di tesîsên nû de doşekiyek mezin û daxwazên nû çêbûn. Li gelek metropolan tenîs ji jor ber bi jêr ve belav dibe, lê li Amedê ji binî ber bi jor ve belav bû."
Firat destnîşan kir ku li bajêr ji 2 hezarî zêdetir werzişvanên tenîsê yên bi lîsans û 5 klûbên tenîsê yên faal hene û got:
"Di van hemûyan de piştgiriya rêveberiyên herêmî faktoreke girîng bû. Em biqêr dibînin ku turnuva di bin banê şaredariyê de bi rengekî sazûmanî tê lidarxistin. Xeyala me ya salên pêşîn ew bû ku Amed Cup pêşî bibe turnuvayeke neteweyî, paşê jî navneteweyî. Ez bawer dikim ku çiqas pirsgirêkên di qada civakî de bêne çareserkirin, ewqas devar ji bo werzişê jî vebe û Amed di serî de tenîs, di beşên cuda yên werzişê de di qada navneteweyî de bê temsîlkirin."
Firat teqez kir ku divê qadên tenîsê bêne pêşxistin û veberhênan bêne zêdekirin:
"Pêdiviya werzişa tenîsê bi piştgiriya sazûmandî heye. Piştgiriyên ku heta îro hatine dan girîng in, lê dîsa jî rêyeke ku divê bê birîn heye. Di vê mijarê de em bi rêveberiyên herêmî re di nav şêwirmendiya berdewam de ne. Ez hêvî dikim ku di salên pêş de Amed Cup bibe turnuvayeke tenîsê ya navneteweyî."
‘Ji bo zêdekirina organîzasyonan em ê tiştê ji destê me tê bikin’
Abdullah Uysal ku hem wekî rahêner (antrenwêr) hem jî wekî werzişvan tevlî turnuvayê bûye, diyar kir ku organîzasyon ji bo anîna cem hev a werzişvanan girîng e û got:
"Ji bo 16'emîn Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê em li vir in. Em ji bo lidarxistina turnuvayê û piştgiriyên ku şaredarî didin spasiya xwe dikin. Bêguman kêmasiyên me jî hene. Em ji Şaredariya xwe ya Bajarê Mezin û Şaredariya Peyasê dixwazin ku kortan hê bêtir bipêş bixin."
Uysal anî ziman ku bala li ser werzişa tenîsê ya li Amedê her sal bêtir dibe û got:
"Li Amedê hejmareke zêde ya lîstikvanên tenîsê hene û ev hejmar her sal zêdetir dibe. Ev rewş bi zelalî li ber çavan e. Dema turnuva têne organîzekirin em bi hevalên xwe re tên cem hev û ev ji bo me pir xweş e. Ji bo ku organîzasyonên bi evî rengî zêde bibin em ê tiştê ji destê me tê bikin. Hem wekî rahêner hem jî wekî lîstikvan em dixwazin qadên werzişê bêne zêdekirin."
‘Zêdebûna hejmara werzişvanên jin min dilxweş dike’
Hafize Alpergin Firat ku diyar kir ev nêzî cara 12'an e tevlî turnuvayê dibe, kêfxweşiya xwe ya ji tevlêbûna organîzasyonê anî ziman û got:
"Têkoşîna di Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê de min pir dilxweş dike. Îro min maça xwe ya çaryek fînalê lîst. Ji ber ku di 16'emîn Amed Cup a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê lidarxistin de cih digirim, di serî de ji bo hevserokên me yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo her kesê ku ked daye pir spasiya xwe dikim."
Firat diyar kir ku berê di turnuvayê de dereceya yekemînî û دوyemînî bi dest xistiye û got:
"Ez nêzî 12 caran tevlî vê turnuvayê bûm. Berê yekemînî û duyemîniyên min çêbûn. Îro jî bilindbûna nîveka fînalê min dilxweş dike."
Firat bala mirov kişand ser ku tevlîbûna werzişa tenîsê ya li Amedê her ku diçe zêde dibe û got:
"Bi taybetî zêdebûna hejmara werzişvanên jin a li vir min pir dilxweş dike. Ez hêvî dikim ku turnuvayên bi vê rengî zêde bibin."
Armanc belavkirina kultura tenîsê ye
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi riya Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê armanc dike ku ji zarokan heta mezinan her kesî ji her temenî bigehîne tenîsê û kultura tenîsê ya ku li bajêr geş dibe bigehîne beşên civakê yên berfirehtir. Turnuva ji bilî hevrikiya werzişvanan, alîkariyê dide anîna cem hev a heskiriyên tenîsê û geşbûna kultura werzişê ya li bajêr.
