Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Ciwan û Sporê

Di Turnuvaya Tenîsê ya 16’emîn a Amed Cupê de kupa gihîştin xwediyên xwe

Turnuvaya Tenîsê ya 16’emîn a Amed Cupê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû organîzekirin, piştî têkoşîna 10 rojan a 354 werzişvanan a di çar kategoriyan de bi dawî bû. Di turnuvayê de ku bi maçên fînalê re bi dawî bû, kupa û xelatên werzişvanên ku bi ser ketin ji aliyê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay û endamên meclisa şaredariyê ve hatin dayîn.

Turnuvaya Tenîsê ya Amed Cupê ku ji aliyê Serokatiya Navenda Xizmetên Ciwanan û Werzişê ve bi awayekî kevneşopî tê organîzekirin, ya 16’emîn bi dawî bû. Turnuvaya ku li çar tesîsên cuda yên bajar hate lîstin, bi lîstikên fînalê yên li Kompleksa Werzişê ya 500 Evlerê ya li navçeya Kayapinarê bi dawî bû.

354 werzişvanan 10 rojan li kortan têkoşîn kir

Ji bo meyldarkirina ciwan û mezinan a ber bi werzişa tenîsê ve, belavkirina kultura tenîsê ya li bajar û anîna cem hev a hezkiriyên tenîsê, bi giştî 354 werzişvanên ji komên temenên cuda beşdarî turnuvayê bûn.

Lîstikvanan di dirêjahiya turnuvayê de ji bo bigihîjin şampiyoniyê û li kategoriyên ku tê de têkoşîn dikirin pile bi dest bixin derketin ser kortan. Piştî lîstikên li çar tesîsên cuda hate lîstin, bi têkoşîna werzişvanên derketin fînalê re bernameya turnuvayê ya 10 rojî temam bû.

Hevrikî di çar kategoriyan de hatin lîstin

Turnuvaya Tenîsê ya 16’emîn a Amed Cupê; di çar kategoriyan de hate lidarxistin: Ciwanên Mêr, Ciwanên Jin, Mezinên Jin û Mezinên Mêr. Werzişvanan di kategoriyên ku beşdar bûn de ji bo yekemînî û fînalê têkoşîn dan.

Lîstikên ku di bin çavdêriya hakeman de hatin meşandin, li Kortên Tenîsê yên Girtî yên 75 Mahabadê, Kompleksa Werzişê ya 500 Evlerê, Kortên Tenîsê yên Parka Ersin Tatar a Şaredariya Baglarê û Kortê Tenîsê yê Parkormanê hatin kirin. Qonaxa fînalê ya musabakayên ku li çar tesîsan hatin domandin jî li Kompleksa Werzişê ya 500 Evlerê hate lîstin.

Yekemîn û duyemînên çar kategoriyan diyar bûn

Bi temambûna lîstikên fînalê re werzişvanên ku di çar kategoriyên turnuvayê de ketin pileyan diyar bûn:

  • Kategoriya Mezinên Jin: Hêja Ekmekçi bû yekemîn, Hafize Alpergin Firat bû duyemîn.

  • Kategoriya Ciwanên Jin: Dicle Ertaş bû yekemîn, Asmîn Gorsav bû duyemîn.

  • Kategoriya Mezinên Mêr: Zulkuf Polat gihîşt yekemîniyê, Orhan Eldemir bû duyemîn.

  • Kategoriya Ciwanên Mêr: Firat Kîşmîr di rêza yekemîn de, Mustafa Akan di rêza duyemîn de temam kir.

Hevşaredaran û endamên meclisê kupa pêşkêş kirin

Piştî bi dawîbûna turnuvayê, kupayên werzişvanên ku ketin pileyan û fînalîstan hatin dayîn. Kupa û xelatên werzişvanan ji aliyê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay û endamên meclisa şaredariyê Ozlem Başari û Ramazan Koç yên ku lîstikên fînalê temaşe kirin ve hatin pêşkêşkirin.

Pê re Hevşaredarên ku bi werzişvanan re tenîs lîstin, hakem, werzişvan û karker pîroz kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan