Amed û Hanau dê di warê ciwan û werzişê de xebatên hevpar bimeşînin
Di çarçoveya Projeya Hevpar de ku di navbera Bajarê Mezin ê Amedê û Şaredariya Hanau ya Almanyayê de tê meşandin, perwerdekarên ku serdana Hanauyê kirin, li ser xebatên hevpar ên ji bo têkoşîna li dijî nîjadperestî û cudakariyê bi rêya werzişê û ji bo bihêzkirina ciwanan axivîn.
Xebat di çarçoveya Projeya Hevpar a ku di navbera Bajarê Mezin ê Amedê û Şaredariya Hanauyê de, bi navbeynkariya Însiyatîfa Ferhat Unvar û bi piştgiriya Weqfa Mercatorî hatiye destpêkirin, dest pê kirin. Armanca projeyê ew e ku têkoşîna li dijî nîjadperestiyê bê meşandin, pêşî li cudakariyê bê girtin û piştevaniya civakî bi rêya werzişê bê xurtkirin.
Di çarçoveya projeyê de heyetek ku ji perwerdekarên Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê ya Bajarê Mezin pêk dihat, li bajarê Hanau yê Almanyayê gelek hevdîtin pêk anîn.
Çalakiyên werzişê yên tevlêker hatin nîqaşkirin
Di çarçoveya bernameya serdanê de, bi yekîneya werzişê ya Şaredariya Hanauyê re, bi yekîneyên peywendîdar ên ku di warê têkoşîna li dijî nîjadperestiyê de dixebitin û bi Klûba Werzişê ya Hanau SC 96ê re hevdîtin hatin kirin.
Di hevdîtinan de rola werzişê ya di têkoşîna li dijî cudakarî û nîjadperestiyê de hate nirxandin û bal hate kişandin ser bihêzkirina ciwanan û pêşxistina çalakiyên werzişê yên tevlêker. Her wiha xebatên hevpar ên ku dikarin di navbera her du bajaran de werin pêkanîn jî hatin gotûbêjkirin.
Parvekirina ezmûnan û çalakiyên hevpar tên armanckirin
Bi Projeya Hevpar re, armanc ew e ku parvekirina ezmûnan a di navbera Amed û Hanauyê de bê xurtkirin, bi sûdwergirtina ji hêza yekker a werzişê nêrînên hevpar li dijî nîjadperestî û cudakariyê werin pêşxistin.
Armanc ew e ku hevkariya di navbera her du şaredariyan de bi çalakiyên hevpar ên ku dê di warên ciwan û werzişê de werin lidarxistin re bidome.
