Hevşaredar Bucak, coşa serkeftinê ya Amedsporê ji trîbûnê pîroz kir
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maçê Amedspor û Beşîktaşê ji trîbûnê şopand. Hevşaredar Bucak piştgiriya têkoşîna Amedsporê ya di Lîga Super de kir û kelecana maçê bi alîgiran re parve kir. Amedsporê bi serketina 3-2 li dijî Beşîktaşê puanên xwe derxist 13'an û derket lûtkeya lîgê.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bi parlamenter, hevserokên şaredariyên navçeyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl re, di hefteya 6'an a Lîga Super de maça di navbera Amedspor û Beşîktaşê de ku li Stadyuma Amedê hate lîstin, temaşe kir. Têkoşîna ku di dîroka Lîga Super de her du tîm cara ewil hatin hemberî hev, saet di 20.00'an de dest pê kir. Alîgirên ku bi rengên Amedsporê trîbûn tijî kirin, di dirêjahiya maçê de piştgiriya tîma xwe kirin. Hevşaredar Bucak jî maçê ji trîbûnê şopand û bû şirîkê têkoşîna Amedsporê.
Amedsporê Beşîktaş bi 3-2 têk bir
Maça ku bû şahidê kelecaneke mezin, Amedsporê 3-2 qezenc kir. Bi vê encamê Amedspora ku 3 puan xist nava melbenda xwe, puana xwe ya di lîgê de derxist 13'an.
Amedspora ku beriya maçê xwediyê 10 puan û zêde 7 averajê bû, bi serketina ku girt gihîşt 13 puanan û bi serdestiya averajê derket lûtkeya lîgê.
Reqîbê pêşî Gençlerbirligi ye
Amedspora ku hefteya 6'an a Lîga Sûper di kursiyê serokatiyê de qedand, wê di hefteya 7'an a lîgê de derkeve deplasmanê. Tîma kesk û sor wê di 10ê Cotmehê Roja Şemiyê saet di 13.30'î de li hemberî Gençlerbirligiyê bilîze.
