Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Aşûre di Roja Xwarinê ya Cîhanê de li welatiyan hat belavkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 16ê Cotmehê Roja Xwarinê ya Cîhanê li Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîrê û Kolana Huzur a navçeya Baxlarê aşûre da welatiyan. Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê bi boneya 16ê Cotmehê Roja Xwarinê ya Cîhanê li Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîrê û Ko

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 16ê Cotmehê Roja Xwarinê ya Cîhanê li Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîrê û Kolana Huzur a navçeya Baxlarê aşûre da welatiyan.

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê bi boneya 16ê Cotmehê Roja Xwarinê ya Cîhanê li Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîrê û Kolana Huzur a navçeya Baxlarê çalakiya Aşûreyê li dar xist.

Di çalakiya li Taxa Ben û Senê de Alîkara Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk û Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sûmer ji welatiyan re aşûre belav kirin.

Di çalakiya li Kolana Huzur a Dortyol a navçeya Baxlarê de Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş û Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli aşûre belav kirin.

Di bernameyê de xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin li ser wate û girîngiya rojê broşur li welatiyan belav kirin û agahdar kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan