Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Atolyeyên Tenduristiyê bi dawî bûn

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya "Meha Hişyariya Penceşêra Memikan" de Atolyeyên Tenduristiyê yên ku jin li ser penceşêra memik û devê malzarokê hatin agahdarkirin, bi dawî bûn. Serokatiya Xizmetên Jin û Malbatê, di Atolyeya Tenduristiyê de ya ku li Navendên Jiyana Jinê yên li taxa H

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya "Meha Hişyariya Penceşêra Memikan" de Atolyeyên Tenduristiyê yên ku jin li ser penceşêra memik û devê malzarokê hatin agahdarkirin, bi dawî bûn.

Serokatiya Xizmetên Jin û Malbatê, di Atolyeya Tenduristiyê de ya ku li Navendên Jiyana Jinê yên li taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinarê û Parka Koşuyoluyê ya navçeya Baxlarê hatî lidarxistin, ji aliyê xebatkarên tenduristiyê yên Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê û Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Baxlarê ve "Penceşêra Memikan" û "Penceşêra Devê Malzarokê (Servîks)" hat vegotin.

Di atolyeya ku bi pêşkêşkirina bi kurdî û tirkî û bi alîkariya wêneyan hat lidarxistin de, jin li ser nîşaneyên penceşêra memik û devê malzarokê, faktorên xeterê, rêbazên teşhîs û tedawiyê hatin agahdarkirin.

'Di teşhîsa zû de tedawî serkeftîtir e'

Di atolyeyê de hat diyarkirin ku jin dikarin bi kontrolkirina memikên xwe ya her mehê guherînên herî biçûk zûtir bibînin û hat destnîşankirin ku bi teşhîsa zû ya penceşêra memikan re tedawî dê serkeftîtir be. Di atolyeyê de hat gotin ku testên kontrolê dibin sedema dîtina penceşêra memik û devê malzarokê di qonaxên zûtir de, û herwiha hat ravekirin ka testa smear û mamografî çawa tên kirin.

Ji jinên ku beşdarî atolyeyê bûn herwiha pîvana şekir, tansiyon û germahiyê hat kirin. Ji jinên ku xwestin re jî kontrola memikan hat kirin.

Ji aliyê din, 146 jin beşdarî atolyeyên ku li 5 navendên jiyana jinê ji ber Meha Hişyariya Penceşêra Memikan hatibûn lidarxistin, bûn.

Perwerdehiya paqijî û tenduristiya diranan ji bo zarokan

Di atolyeya tenduristiyê de herwiha ji aliyê karmendên tenduristiyê yên girêdayî Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê ve ji zarokên ku beşdarî odeyên lîstikê yên li 5 navendên jiyana jinê bûn re perwerdehiya paqijî û tenduristiya diranan hat dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan