Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xebatên avdanê dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku germahiya hewayê ji normên demsalî derbas bû, ji bo parastina qadên hêşîn û geşbûna saxlem a nebatan dest bi xebatên avdanê kir. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber germahiya di ser normên demsalî re, ji bo parastina

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku germahiya hewayê ji normên demsalî derbas bû, ji bo parastina qadên hêşîn û geşbûna saxlem a nebatan dest bi xebatên avdanê kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber germahiya di ser normên demsalî re, ji bo parastina qadên hêşîn, xebatên avdanê da destpêkirin.

Ekîb ji bo ku dar, kulîlk, kulîlkên demsalî û giyayên ku di baznerêyên sereke yên Şaredariya Bajarê Mezin de ne ji germê bandorê negirin û ji bo geşepêdana wan bi tendirustî pêk bê, xebatên xwe bi 7 wesayîtên avdanê didomînin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li gorî bernameya ku çêkiriye dê li navend û xaçerêyên navçeyên Yenîşehîr, Sûr, Baxlar û Kayapinarê xebatên avdanê bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan