Balyoza Almanyayê Sorg serdana Şaredariya Amedê kir
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Serra Bucak û Emîn Ay, Balyoza Almanyayê Sibylle Katharina Sorg û şandeya pê re pêşwazî kirin.
Balyoza Almanyayê Sibylle Katharina Sorg û Sekretera Yekem Nicole Gonsior, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li bajar de serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Şande ji hêla Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de xebatên rêveberiyên xwecihî, projeyên ku li bajar tên meşandin û derfetên hevkariyê yên dualî hatin nirxandin.
Hevşaredaran ji ber serdana wê spasiya Balyoz Sorg kirin.
Di hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê DBB’ê Serdar Bakiroglu û Alîkarê Sekreterê Giştî Muhabbet Erdogmuş jî li gel Hevşaredaran amade bûn.
