Piştî valakirina avê xebata paqijiyê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku ava ku ji ber barîna bager û baranê li kolan û bulvaran pengiyayî hat valakirin, li navçeyên Baglar, Kayapinar, Sûr û Yenîşehîrê xebata paqijiyê da destpêkirin. Tîmên ku bi hevparî dixebitin, çop û heriya ku li ser mazgalên xetên ava baranê kom bûne, paqij dikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, mudaxeleyên xwe yên li hemberî ava ku li kolan û bulvaran kom bûye û pengavên ku ji ber barana zêde li seranserê bajar çêbûne, bi xebatên paqijiyê didomîne. Tîmên ku tevahiya rojê li xaçerê, kolan û bulvaran av vala kir, li cihên ku valakirina avê qediya dest bi xebatên paqijkirina bermahiyên ku kom bûne kirin.
Tîmên bi ser Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) û serokatên daîreyên parastina jîngehê, tenduristî û park û baxçeyan ve, li çar navçeyên navendî bi hevparî dixebitin.
Çop û heriya ku li mazgalan kom bûye tê paqijkirin
Di çarçoveya xebatan de ku li navçeyên Baglar, Kayapinar, Sûr û Yenîşehîrê tên meşandin, ligel paqijkirina kolan û bulvaran, mazgalên ku bi xetên ava baranê ve girêdayî ne jî tên paqijkirin. Tîm, çop û heriya ku rê li ber herikîna avê digirin paqij dikin û bi vî rengî robûna ava baranê hêsantir dikin.
Armanc ew e ku bi vê paqijiya ku piştî xebatên valakirina avê yên bi kordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin, Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ û şaredariyên navçeyan di nava rojê de hatine destpêkirin, bandorên neyênî yên baranê yên li ser jiyana rojane bên rakirin.
