Xebateka paqijiyê li sûrên dîrokî yên Amedê tê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya “Ez Ji Amedê Hez Dikim, Qirêj Nakim” de li Sûrên dîrokî yên Amedê ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de cih digirin, xebatên paqijiyê bê navber didomîne. Tîm; li binê sûrên dîrokî, li ser bedenan, galerî, dergeh û beşên jorîn bi hûrgilî xebatan dimeşînin.
Sûrên dîrokî bi hûrgilî tên paqijkirin
Di çarçoveya xebatên plankirî de tîmên ku li nuqteyên ciyawaz ên sûran bi awayekî hevdemî çalakiyan dimeşînin, zibil û bermahiyên ku li binê sûran kom bûne û dibin sedema pîsbûna dîtbarî radikin. Li gel vê yekê, çop û bermahiyên ku di korîdor û galeriyên navxweyî yên sûran de kom bûne bi hûrgilî tên paqijkirin, her wiha li dijî qirêjiya ku bi demê re li ser beşên jorîn çêbûye jî xebateke hestiyar tê meşandin.
Armanca van xebatên ku bêyî zirarê bidin tevntora dîrokî ya sûran tên kirin, ew e ku hem ji bo tûrîstên xwecihî û biyanî jîngeheke paqijtir bê pêşkêşkirin û hem jî xwedî li mîrateya dîrokî ya bajêr derkevin.
Xebat di çarçoveya kampanyayê de tên meşandin
Mehmet Baranê Midûrê Şaxa Bermahiyên Hişk ê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, derbarê xebatan de agahî dan û diyar kir ku xebatên paqijiyê di çarçoveya kampanyaya “Ez Ji Amedê Hez Dikim, Ez Wê Qirêj Nakim” de tên meşandin.
Baran anî ziman ku ew li galeriyên sûran û li ser bedenên wan ku yek ji navendên herî girîng ên tevnora dîrokî ya Amedê ne, xebatên paqijiyê pêk tînin û got ku ew bi biryarî dixebitin da ku li gel kolanên Sûrê û mekanên dîrokî, beden, galerî û beşên jorîn ên sûran jî bi awayekî paqij werin parastin.
‘Em ê 7/24 sûrên xwe paqij biparêzin’
Baran bang li welatiyan kir ku di warê parastina mekanên dîrokî de hestiyar bin û wiha axivî: “Me li ser galerî û bedenên sûran ku ji navendên herî girîng ên tevnora dîrokî ya Amedê ne, çalakiyên paqijiyê pêk anîn. Çawa ku paqijiya kolanên me yên Sûrê û mekanên me yên dîrokî girîng e, divê paqijiya hundir, ser û bedenên galeriyên sûran jî wisa be. Bi vê têgihiştinê em xebatên xwe yên paqijiyê bi awayekî biryarî dimeşînin. Em ji gelê xwe dixwazin ku li hemberî mekanên dîrokî bêtir hestiyar bin û van der û beran pîs nekin. Em ê hem ji bo bajarê xwe hem jî ji bo tûrîstên xwecihî û biyanî yên ku ji derve tên, 7/24 sûrên xwe paqij bihêlin.”
Şaredariya Bajarê Mezin dê xebatên paqijî û lênêrînê yên li qadên dîrokî û çandî yên li giştê bajêr bi awayekî periyodîk bidomîne.
