Ji DBBê bang ji bo welatiyên ku ji ber baranê nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bang li welatiyên ku ji ber barana zêde û şert û mercên neyênî yên hewayê di dabînkirina pêdiviyên xwe yên rojane de zehmetiyê dikişînin kir ku ji bo piştgiriyê serî li Navenda Bangê ya ALO 153yê bidin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi taybetî ji bo welatiyên temenmezin ên ku bi tenê dijîn, kesên astengdar û nexweşên kronîk ên ku divê biçin nexweşxaneyê û ji bo hemû welatiyên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye, tîm 7 roj 24 demjimêr li ser kar in.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, derbarê astengiyên ku barana zêde li bajêr di jiyana rojane de çêkirine daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê piştgirî bidin welatiyên ku ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê nikarin pêdiviyên xwe yên lezgîn dabîn bikin û hate ragihandin ku di rewşa pêwîstiyê de di ser Navenda Bangê ya ALO 153yê re dikarin bigihîjin şaredariyê.
Tê armanckirin ku bigihîjin welatiyên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye
Di daxuyaniyê de balkişandin ser welatiyên temenmezin ên ku li malê bi tenê dijîn, welatiyên astengdar, kesên ku ji ber nexweşiyên kronîk divê biçin nexweşxaneyê û welatiyên ku li derve li ber şiliyê mane û di dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn de zehmetiyê dikişînin.
Hate piştrastkirin ku di serî de ji bo ewlehiya hemû welatiyan tîmên wan di rewşa amadebaşiyê de ne. Hate diyarkirin ku ji bo rêgirtina li mexdûriyetan di vê pêvajoyê de ku barana zêde lê bi bandor e, tîmên şaredariyê xebatên xwe yên li qadê didomînin.
Daxwazên piştgiriyê dikarin ji ALO 153yê re bêne ragihandin
Şaredariya Bajarê Mezin ji welatiyên ku ji ber şert û mercên hewayê di domandina jiyana xwe ya rojane de zehmetiyê dikişînin û pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye daxwaz kir ku daxwazên xwe ji Navenda Bangê ya ALO 153yê re ragihînin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo ku di van şert û mercên dijwar ên hewayê de çi mexdûriyet çênebin em bi hemû tîmên xwe ve li qadê ne. Çi dema pêwîstiya we pê hebe hûn dikarin di ser Navenda Bangê ya ALO 153yê re xwe bigihîjin me.”
