Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê xebateke berfireh hat destpêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê ku di demên dawîn de ji ber neçêkirinê hat veguhestin û bi giranî xirav bû, xebateke berfireh da destpêkirin. Piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê ku bi destê TOKÎyê hatiye çêki

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê ku di demên dawîn de ji ber neçêkirinê hat veguhestin û bi giranî xirav bû, xebateke berfireh da destpêkirin.

Piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê ku bi destê TOKÎyê hatiye çêkirin û ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve radestî şaredariyê hat kirin, kontrol kirin, ekîban bona hawirçakiyê zend û bendên xwe badan.

Ekîbên Midûriyeta Park û Baxçeyan ji bo zêdekirina rehetiya parkên ku welatî ji bo bêhnvedan û şahiyê bi kar tînin didomînin, li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê ku ji ber guhnedanê xiravbûna nebatan, mobîlyayên bajêr, ronahiyê û amûrên avakirinê xebatên berfireh dan destpêkirin.

Çêkirin û birîn

Midûriyeta Park û Baxçeyan ewil Baxçeyê Miletî yê ku li xaçerêya cadeyên Yenîşehîr Înanoglu, Kişla û Îstasyonê ye ku li ser qadeke 54 hezar û 155 metrekare hatiye çêkirin ji giyayê beyî paqij kir û şiklê parkê xweş kir.

Li qada hêşîn ku kesixandina dar û nebatan lê dest pê kir, ekîban kêmasiyên amûrên avahiya Baxçeyê Miletî ya Yenîşehîrê tesbît kirin û dest bi xebatê kirin.

Eşyayên kolanan ên şikestî dê bên tamîrkirin

Midûriyeta Park û Baxçeyan dê li Baxçeyê Miletî ya Yenîşehîrê qata bazaltê ya xerabûyî, eşyayên bajaran ên şikestî û xerabûyî, ronîkirina beşên windabûyî, qadên werzîşê û lîstikên zarokan bi temamî sererast bike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, armanc dike ku xebatên çaksazî û temîrkirinê yên ku li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê di çar şaxan de dabûn destpêkirin di zûtirîn demê de biqedîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan