Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariya Bajarê Mezin, Beza Gel a Newrozê organîze dike

Serlêdan ji bo Beza Gel a Newrozê ya ku wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di 16'ê Adarê de bê lidarxistin dest pê kir. Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê dê Beza Newrozê ya Gel a ku welatiyên ji 7 salî û mezintir tê de beşdar bibin, organîze bike. Ji bo beza gel a ku dê 16ê

Serlêdan ji bo Beza Gel a Newrozê ya ku wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di 16'ê Adarê de bê lidarxistin dest pê kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê dê Beza Newrozê ya Gel a ku welatiyên ji 7 salî û mezintir tê de beşdar bibin, organîze bike. Ji bo beza gel a ku dê 16ê Adarê roja Yekşemê bê kirin, qeydan dest pê kir. Qeydkirin dê heta 14ê Adarê roja Înê bidome û dê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ji Beşa Xizmetên Ciwan û Sporê re bê kirin.

Beza Gel a Newrozê wê ji Birca Keçikê ya li Deriyê Mêrdînê dest pê bike û li Sumerparkê bi dawî bibe. Xelatên curbecur dê ji serketiyên pêşbirkê re bên dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan