Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji sedî 70ê rêyên ku ji ber barîna berfê hatin girtin hatin vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sedî 70ê rêya 600 kîlometreyî ya ku ji ber berfa ku bandor li 4 navçeyan kir û stûriya wê gihîşt 15 santîmêtroyan hatibû girtin, ji çûnûhatinê re vekir. Midûriyeta Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê xebatên xwe yên ji bo vekirina rêyên girtî ji çûn û hatinê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sedî 70ê rêya 600 kîlometreyî ya ku ji ber berfa ku bandor li 4 navçeyan kir û stûriya wê gihîşt 15 santîmêtroyan hatibû girtin, ji çûnûhatinê re vekir.

Midûriyeta Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê xebatên xwe yên ji bo vekirina rêyên girtî ji çûn û hatinê re li navçeyên Pasûr, Farqîn, Licê û Hênê yên ku barîna berfê lê bi bandor e, didomîne.

Ekîban li herêmên ku bi giştî 600 rê li çûn û hatinê hatine girtin bi awayekî xurt xebitîn. Di çarçoveya xebatên ku bi keda 18 wesayît û 67 xebatkaran hatin kirin, ji sedî 70yê rêyên girtî di demeke kin de ji çûnûhatinê re hatin vekirin û giliyên welatiyan ji holê hatin rakirin.

Wesayîtên hewariyê gihîştin binecihê

Di çarçoveya xebatan de li navçeya Pasûrê rêya 18 taxan, li Farqînê jî rêya 4 tax û 3 gundikan hatin vekirin.

Her wiha li navçeyên Farqînê û Licê rêya wesayîtên sersaxiyê yên li ser rê asê mabûn hat vekirin û wesayîtên cenaze ber bi goristanên ku dê biçin wan ve birin.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê li dijî şert û mercên zivistanê li tevahiya bajêr xebatên xwe didomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan