Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê rêyên girtî ji berfê maliştin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di encama xebatên ku hatin kirin de 625 kîlometre rêyên 98 gund û 14 rêyên komî yên ku ji ber barîna berfê li 4 gund û herêma Qerejdaxê hatibûn girtin, ji trafîkê re vekir. Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê bi xebata bayêlezê ku li herêmên

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di encama xebatên ku hatin kirin de 625 kîlometre rêyên 98 gund û 14 rêyên komî yên ku ji ber barîna berfê li 4 gund û herêma Qerejdaxê hatibûn girtin, ji trafîkê re vekir.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê bi xebata bayêlezê ku li herêmên Pasûr, Pîran, Hênê, Çûngûş û Qerejdaxê yên ku berfa zêde lê barî, di demeke kurt de rêyên girtî ji çûnûhatinê re vekirin.

Li herêmên ku bi tevahî rêyên 98 taxan û 14 rêyên komê ji çûnûhatinê re hatin girtin, ekîban li ser rêyên bi qasî 625 kîlometreyî xebateke xurt kirin. Di çarçoveya xebatên ku bi keda 18 wesayît û 67 xebatkaran hatin kirin, di demeke kin de hemû rê ji çûnûhatinê re hatin vekirin û giliyên welatiyan ji holê hatin rakirin.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Kordînasyona Binesaziyê li dijî şert û mercên zivistanê li seranserê bajêr xebatên xwe didomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan