Bêrmên avdana sewalan tên tekûzkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li herêmên bejahiyê bêrmên ku hewcedariya ajalan a avê peyda dikin, temîr dike û wan pak dike. Midûriyeta Xizmetên Gundewarî, xebatên xwe yên li taxên gundan ji bo pêşxistina sewalkariyê ku yek ji çavkaniyên girîng ên debara bajêr e, didomîne. Midûriyet xebatên temîr
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li herêmên bejahiyê bêrmên ku hewcedariya ajalan a avê peyda dikin, temîr dike û wan pak dike.
Midûriyeta Xizmetên Gundewarî, xebatên xwe yên li taxên gundan ji bo pêşxistina sewalkariyê ku yek ji çavkaniyên girîng ên debara bajêr e, didomîne. Midûriyet xebatên temîrkirin û çaksaziya bêrmên li navçeyên gundewarî yên ku berê hatibûn çêkirin, lê şert û mercên fizîkî yên wan xerab bûne, dike.
Ekîbên ku bendavên golên avê nû dikin û axa ku li ser neynika golê çêbûye paqij dikin, ji bo ku hewz bi awayekî bikêrhatîtir avê kom bikin, asta golan bilind dikin.
Coyên avdanê tên çêkirin
Ji bilî hewz û bêrên ku ava vexwarinê ji ajalan re peyda dikin, ekîb coyên avdanê jî çêdikin û xebatan dikin da ku berhemdariya di çandiniyê de zêde bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo piştgiriya cotkaran xebatên xwe yên li taxên gundewar bidomîne.
