Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo kursên belaş ên BESYO û Lîseya Werzişê serlêdan dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ciwanên ku di warê werzişê de armanca kariyera akademîk dikin, kursên amadekarî yên belaş ên BESYO û Lîseya Werzişê vedike.

Di çarçoveya bernameyê de ku dê bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê, Şaredariya Kayapinarê û Komeleya “Ji Bo Ciwanan Em Li Vir In” ve were meşandin, ciwan dê firsenda amadebûna azmûnên lîseyên werzişê û Dibistana Bilind a Perwerdehiya Bedenî û Werzişê (BESYO) bi kursên belaş bibînin.

Kesên ku dixwazin di navbera 21-30ê Nîsanê de serî li kursan bidin, dikarin serhêl (online) bi rêya navnîşana înternetê ya https://form.jotform.com/261031795431958 an jî bi awayekî şexsî li Qada Jiyana Hevpar a Sumer Park û Kompleksa Werzişê ya Talaytepeyê qeyda xwe çêbikin.

Perwerde di 5ê Gulanê de dest pê dikin

Di çarçoveya qursê de ku her sal tê lidarxistin û eleqeyeke mezin dibîne, tê armanckirin ku namzet ji bo azmûnên jêhatîbûna fîzîkî bên amadekirin. Piştî temambûna qeydan, perwerde dê ji 5ê Gulanê ve dest pê bikin.

Ji bo hemû xwendekarên ku beşdarî qursên amadekarî yên belaş ên ji bo ciwanan ên bi armanca kariyera akademîk hatine organîzekirin dibin, piştgiriya alavên werzişê jî dê were peydakirin.

Werger: Omer Dilsoz

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan