Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Cadeya Gazî bi beytên şairên kurd hat xemilandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, Cadeya Gazî bi beytên helbestvanên Klasîk ên Kurd xemiland.

Ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve, beytên helbestvanên Edebiyata Kurdî ya Klasîk li ser stûnên ceyranê yên Cadeya Gazî hatin daliqandin.

Li ser stûnên Cadeya Gazî ku yek ji caddeyên herî girîng ên bajêr e, tabelayên ku beytên helbestvanên girîng ên Edebiyata Kurdî ya Klasîk wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Hecî Qadirê Koyî û Siyapoş li ser hatibûn nivîsandin, hatin danîn.

Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak diyar kir ku di çarçoveya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de ji bo zimanê Kurdî xebat û çalakiyên cihêreng dimeşînin. Baykuşak got, “Me xwest ku Cadeya Gazî bi beytên helbestvanên xwe yên girîng xemilînin. Em dixwazin çavên mirovên ku di van cadeyan re derbas dibin, li van beytan bikevin. Ez hêvî dikim ku wê bigihêje armanca xwe.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan