Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Beza Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar ket

Li Hîpodroma Amedê, Beza Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Di pêşbirkê de, hespê bi navê Sevînçlî û jokeyê wî Levent Taptik bi ser ketin. Pêşbirk ji aliyê Kulûba Jokeyê ya Tirkiyeyê (TJK) ve hat organîzekirin û li ser pisteke qûmê ya 1800 metreyî pêk hat. Gelek welatîyan li

Li Hîpodroma Amedê, Beza Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Di pêşbirkê de, hespê bi navê Sevînçlî û jokeyê wî Levent Taptik bi ser ketin.

Pêşbirk ji aliyê Kulûba Jokeyê ya Tirkiyeyê (TJK) ve hat organîzekirin û li ser pisteke qûmê ya 1800 metreyî pêk hat. Gelek welatîyan li pêşbirkê temaşe kirin, di nav wan de Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Emrullah Gorduk û Serokê Daîreya Karên Ciwan û Sporê Baran Yilmaz jî hebûn.

Piştî pêşbirkê, Sekreterê Giştî Gorduk, xelata serketinê pêşkêşî xwediyê hespê Sevînçlî kir. Beza ku her sal tê lidarxistin, ji bo hespên îngilîz ên 3 salî û mezintir hatibû vekirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan