Bi temsîla peykeran hişyarîya dijî virûsê
Şanogerên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya balê bikêşin ser tevdîrên dijî virûsê (Covid-19) temsîla peykeran li dar xist.
Şanogerên di bin banê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin de xebatên xwe dimeşînin, bi boneya balê bikêşin ser tevdîrên dijî virûsê temsîla peykeran li dar xist. Şanogeran li Firoşgeha Forumê bi temsîla peykeran xebatkarên tenduristiyê, xebatkarên paqijiyê û şêniyan kirin. Di temsîlê de hate bibîrxistin heta ku karekî mecbûrî nebe bila kes ji mala xwe dernekeve.
Hişyariya maske, mesafe û paqijiyê hate kirin
Şanogeran di temsîla xwe de bal kişand ser tevdîran, hilgirtina maskeyan, navbera têkiliyê û paqijî hate bibîrxistin, bîneran eleqeyeke germ nîşanî performansê da. Pişt re şêniyan bi temsîlkaran re wêne girtin.
Ji bo balê bikêşin ser tevdîran, temsîla peykeran 8’ê Cotmekê li Ninovayê, 14’ê cotmehê li Ceylan Karavîlê di navbera saet 15.00 û 16.00ê de tê pêşkêşkirin.
