Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bihorkên Diyarbekirê bi nivîsan tên xemilandin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi talimata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bihork û derwazeyên giring ên bajêr bi xebatên dekoratif ên bajêr ên der barê dîrok û spehîtiya bajêr ve dixemilîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta xweşikiya xwezayî û dîroka bajêr berçavtir bike, li derwaze û bihûrkên rêyan ên bajêr xebata dekoratif a bajêr da destpêkirin. Xebat bi talimata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu hate destpêkirin û di vê çarçoveyê de Rêka Ruhayê, Duryana Pira Seyrantepe, balafirgehê, otogarê, Jêrbihûrka Ofîsê û Pira Alîparê bi şewqên dekoratif ên bajêr hatin xemilandin.

Xebat, bi destê Serokatîya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin ve tê meşandin û di encama xebatê de heta niha Seyrantepe û Duryana Pire ya Diclekentê hatin çêkirin. Di xebatê de, sloganên der barê dîroka bajêr de bi şewqeke spehî tên bicihkirin. Li gorî xebatê, li Duryana Pire ya Seyrantepê dê 8, li otogarê 2 û li balafirgehê jî 2 ji van sloganan bêne dabînkirin.

Tê çaverêkirin ku ev xebat heta dawiya meha adarê bi encam bibe û di encamê de dê rûyekî spehî bide bajêr û tê çaverêkirin bala mêvanan bikêşe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan