Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bîranînek ji bo Seîdê Nûrsî pêk hat

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên çandî yên mehê adarê de sala 61’ê ya koçkirina ji dinyayê ya Seîdê Nûrsî bi bernameyeke bibîranînê yad kir.

Bernameyên çandê yên meha Adarê bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî ve tên lidarxistin û şênîyên bajêr beşdariyeke baş tê de dikin.

Bi boneya 61emîn koça dawî ya Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, li Salona Konferansan a Navenda Çandê û Kongreyan bernameyeke yadkirinê hate lidarxistin û tê de ‘ustad’ hate bibîranîn.

Bernameya yadkirina Bedîuzzeman bi pêşandana sînevîzyona Weqfa Çand û Ilimê ya Stenbolê ve dest pê kir, sînevîzyon 29 deqe bû û piştî sînevîzyonê Suleyman Çetîn beşek ji Qurana Pîroz xwend.

Hîndekarê Fakulteya Perwerdeyê ya Ziya Gokalp a Zanîngeha Dîcleyê Doç.Dr. Hatîp Yildiz gotarek der barê jiyan û berhemên Seîdê Nûrsî de pêşkêş kir. Pişt re Eymen Seîd û koma wî qesîde xwendin.

Bernameya yadkirinê bi pêşandana pêşangeha ji berhemên Bedîuzzeman pêk dihat, bi dawî bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan