Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran serdana navçeya Bismilê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, esnaf, gund û şaredariya navçeya Bismilê ziyaret kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, navenda navçeya Bismilê û taxên gundan ziyaret kirin. Rawestgeha yekem a Hevşaredaran Şaredariya Bismilê bû. Hevşaredarên ku ji al

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, esnaf, gund û şaredariya navçeya Bismilê ziyaret kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, navenda navçeya Bismilê û taxên gundan ziyaret kirin. Rawestgeha yekem a Hevşaredaran Şaredariya Bismilê bû. Hevşaredarên ku ji aliyê Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû ve hatin pêşwazîkirin, piştre derbasî avahiya xizmetê ya şaredariyê bûn. Hevşaredaran der barê xizmetên li navçeyê de agahî girtin û der barê xebatên ku bên kirin de bi Ekîn û Tanrikûlû re nêrînên xwe anîn ziman.

Serdana esnafan

Hevşaredar Bucak û Hatun piştî serdana Şaredariya Bismilê, esnafên Kolana Hunerê ziyaret kir. Hevşaredaran bi esnafan re sohbet kir û li daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kirin.

Hevşaredaran bi welatiyan re hevdîtin kirin

Piştre jî Hevşaredar derbasî gundê Mîrqulya û Şeqiltîzê bûn. Hevşaredaran ji ber rêya 800 metreyî ya ku li Navçeya Mîrquliyê xebatên binesaziyê didomin, gilî kirin û xwestin xebat bi lez û bez bên kirin.

Bîra avê di nav bernameya xizmetguzariyê de cih digire

Hevşaredar li Taxa Mîrquliyê derket pêş welatiyan û li daxwazên welatiyan ên der barê pirsgirêkên av û rê de guhdarî kirin. Hevşaredaran diyar kir ku ew ê bi tankeran pêdiviyên avê yên taxan bi cih bînin û diyar kirin ku ji bo çareseriya mayînde çêkirina bîrên avê dê di bernameya veberhênana sala 2025an de cih bigire.

Hevşaredaran solîna hilweşiyayî lêkolîn kir

Hevşaredaran solîna li ser Çemê Çelebiyan a li Taxa Şeqiltîzê ku di sala 2019an de ji ber barana zêde hilweşiya, lêkolîn kir û der barê solîn û rêyên alternatîf ên bên çêkirin de bi welatiyan re nêrînên xwe anîn ziman.

Di serdana esnaf û taxan a Hevşaredaran de, Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikulu, Alîkarê Midûrê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) yê Amedê Serdar Arslan, Serokê Daîreya Koordînasyona Çêkirina Rê û Koordînasyona Binesaziyê Ozgur Tekîn, Serokê Daîreya 1.ya DÎSKÎyê Sûat Yildiz û endamên meclîsê jî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan