Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Bismilê li dijî tundiya li ser jinan kampanyaya hişyarkirinê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya ku bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan hatiye destpêkirin, li gundê kerxa Mihaciran ya navçeya Bismilê kampanyaya hişyariyê li dar xist. Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin û Seroka

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya ku bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan hatiye destpêkirin, li gundê kerxa Mihaciran ya navçeya Bismilê kampanyaya hişyariyê li dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin û Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê, li gundê Kerxa Mihaciran di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ya ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî de hatiye destpêkirin de çalakiyek li dar xist.

Jinên li gundê Kerxa Mihaciran beşdarî kampanya hişyarkirinê bûn. Di lêkolîna hişyariyê de jinan der barê “Newekheviya zayendî, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û cureyên şîdetê, qanûna bi hejmara 6284’an û rayedar ku li dijî tundiyê serî lê bidin” hatin agahdarkirin.

Di dema ku broşurên agahdarkirinê li jinan hatin belavkirin; Ji bo zarokên ku bi jinan re tev li çalakiyê bûn jî qada lîstikê hat çêkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan