Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bo sersaxiyan 'ekîbên qayilkirinê' dest bi xebatên xwe kir

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu di Civîna Desteya Pandemiyê de diyar kir ku Ekîbên Qayilkirina Behîdaran hate avakirin û ekîb ji derûnînas, bijîşk û xebatkarên Serokatiya Desteya Karûbarên Tendıuristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk tê, vê ekîbê zend û bend badan.

Civîna Desteya Pandemiyê bi boneya tevdîrên dijî nexweşiya Covît-19ê di bin serokatiya Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu de bi rê ve çû. Di civînê de biryar e ku li bajêr ji bo qayilkirina behîdaran da ku di sersaxiyê de tevdîran bigirin, Ekîbên Qayilkirina Behîdaran hate avakirin.

Ekîbên Qayilkirina Behîdaran, ji derûnînas, doktor û xebatkarên tenduristiyê ên bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiya Şaredariya Bajarê Mezin pêk tê, li navçeya Sûr, Peyas, Baglar û Yenîşehrê dest bi xebatên xwe kirin û çûne serdana kesên mirovên wan mirîne. Di serdanê de ekîban daxwaza sersaxiyê a Walî Munîr Karaloglu ji wan re ragihand û ji wan rica kir ku behîya xwe saz nekin da ku virûs belav nebe. Di serdanê de malbatên miriyan tekez kir ku ew ê sersaxiyê saz nekin û bo eleqeya wan malavayî li ekîbê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan