Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Bo xebatkarên dermanxaneyan otobûs belaş in

Bi daxwaza Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi mebesta virûsa koronayê biryar hate girtin ku otobûsên şaredariyê bêpere xebatkarên dermanxaneyan hildin.

Bi daxwaza Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi mebesta virûsa koronayê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve biryar hate girtin ku otobûsên şaredariyê bêpere xebatkarên dermanxaneyan hildin. Şaredariyê bi daxuyaniyekê got ku dermanfiroş û xebatkarên wê, vê pêlê bi xwebexşane bi şev û rok dixebitin, lewra biryar e ku ew bikaribin bêpere li otobûsên şaredariyê siwar bibin û biçin ser karên xwe.

Divê karta Jûra Dermanxaneyan pê re hebe

Dermanfiroş û xebatkarên dermanxaneyan, karta ji aliyê Jûra Dermanxaneyan Diyarbekirê nîşan bidin dikarin belaş li otobûsên şaredariyê siwar bibin. Ev pêkanîn, heta fermaneke nû derbas dibe û dê berdewam be.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan