Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak, bi şaredarên Karlsruhe û Loule re hevdîtin kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi şaredarên Karlsruhe yên Almanya û Loule yên Portekîzê yên beşdarî Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Herêmên Ewropayê (CEMR) bûn re hat cem hev. Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) ku li bajarê Karlsruhe yê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi şaredarên Karlsruhe yên Almanya û Loule yên Portekîzê yên beşdarî Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Herêmên Ewropayê (CEMR) bûn re hat cem hev.

Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) ku li bajarê Karlsruhe yê Almanyayê hat lidarxistin, dewam dike.

Di çarçoveya hevdîtinê de Hevşaredar Bucak bi Şaredarê Karlsruhe yê Almanyayê Frank Mentrup û Şaredarê Loule yê Portekîzê Vîtor Alexîo re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinan de hevkariya di navbera şaredariyan û xebatên hevpar ên ku dikarin bikin hatin nîqaşkirin.

Di hevdîtina Hevşaredar Bucak de, Hevşaredara Wanê ya berê Bedîa Ozgokçe jî li gel hevşaredar Bucak amade bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan