Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Muxtarên jin serdana Hevşaredar Bucakê kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi muxtarên jin ên li bajêr wezîfedar in re hevdîtinek pêk anî Muxtara Taxa Lalabeya navçeya Sûrê Şener Çelîk, Muxtara Taxa Muradiye ya navçeya Baglarê Dîlek Demîr û Muxtara Taxa Korhatê Dîlek Derê, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak ziyaret kir. Di se

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi muxtarên jin ên li bajêr wezîfedar in re hevdîtinek pêk anî

Muxtara Taxa Lalabeya navçeya Sûrê Şener Çelîk, Muxtara Taxa Muradiye ya navçeya Baglarê Dîlek Demîr û Muxtara Taxa Korhatê Dîlek Derê, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak ziyaret kir.

Di serdanê de li ser rola rêveberên jin di rêveberiyên herêmî de, pirsgirêkên civakî û pêşniyarên çareseriyê de nêrîn hatin guherandin. Di civînê de Bucak li daxwaz û pêşniyarên muxtarên jin ên der barê şaredariyê jî guhdarî kir û destnîşan kir ku divê jin zêdetir tevlî xebatên biryardayînê bibin.

Di hevdîtinê de endama Meclîsê Gulayî Kiliç û Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbûz Sûmer bi Hevşaredar Bucakê re amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan