Hevşaredar Bucak, daxwazên taxa Riclikê li cih guhdarî kir
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol re li Taxa Riclikê bi esnaf û welatiyan re rûnişt. Di serdanê de ku hewcedariyên taxê li cih hatin nirxandin, welatiyan daxwazên xwe anîn ziman.
Di çarçoveya serdanê de ku bi rêxistina Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat, Hevşaredar Serra Bucak daxwaz, pêşniyar û pirsgirêkên esnaf û welatiyan li cih guhdar kir. Di serdanê de Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, Hevserokê Navçeya Sûrê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Mehmet Acet, endamên meclisê yên DBB'yê û serokên daîreyên peywendîdar hevrêtî dan Hevşaredar Bucak.
Bi esnaf û welatiyan re hevdîtina rû bi rû
Hevşaredar Bucak kargehên li Taxa Riclikê yek bi yek ziyaret kir, bi esnaf û welatiyan re axivî û daxwaz, pêşniyar û pirsgirêkên derbarê taxê de guhdar kir. Di serdanê de bi welatiyan re li ser jiyana bajêr, xizmetên şaredariyê û pêdiviyên binesaziyê yên taxê danûstandina ramanan hate kirin.
Hevşaredar Bucak nirxandinên esnaf ên derbarê şert û mercên xebatê û pirsgirêkên ku jiyana rojane ya li taxê bandor dikin de guhdar kir, û derbarê mijarên ku welatî lê bendê ne ku çareser bibin de agahî ji serokên daireyên peywendîdar girt.
Hewcedarî û pirsgirêkên taxê hatin ragihandin
Welatiyan xizmetên ku li taxê pêdiviya wan pê heye rasterast ji Hevşaredar Bucak û heyeta pê re ragihandin. Di hevdîtinê de daxwazên wekî çêkirina xebatên ronahîkirinê, bicihkirina konteynirên çopê li cihên ku hewce ne, çêkirina kasîsan bi armanca dabînkirina ewlehiya trafîkê û çêkirina rêkûpêkiyan di gîhê otobûsan de derketin pêş.
Welatiyan diyar kir ku ev rêzikname ji bo hêsankirina jiyana rojane, dabînkirina paqijiya jîngehê, zêdekirina ewlehiya trafîkê û xurtkirina gihandina xizmetên veguhestina giştî xwedî girîngiyeke mezin in.
Daxwaz bûn beşek ji bernameya xebatê
Hemû daxwaz û pêşniyarên ku ji aliyê esnaf û welatiyan ve hatin ragihandin, ji aliyê yekîneyên peywendîdar ve hatin qeydkirin da ku bên nirxandin. Hevşaredar Bucak diyar kir ku têgihiştina xizmetê ya ku li giştî bajêr bê navber tê meşandin, li Taxa Riclikê jî bi biryarî didome.
Hevşaredar Bucak da xuyakirin ku daxwaz û pêşniyarên nû yên hatine ragihandin tevlî bernameya xebatê ya derbasdar a şaredariyê bûne, û da serokatiya daireyên peywendîdar dê planên xwe yên qadê li gorî vê yekê nûve bikin û rêziknameyên pêwîst bi lez bixin meriyetê.
