Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak gora Rojîn Kabaişê û Narîn Guranê ziyaret kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi boneya Cejna Remezanê serdana gora Rojîn Kabaiş û Narîn Guranê kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanan kir.

Hevşaredar Bucak, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Ozer, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên navçeyan û endamên meclisê, di çarçoveya serdanê de ewilî gora Rojîn Kabaiş a li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Baglarê ziyaret kir. Tê zanîn, Kabaîşê dema li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dixwend di 27'ê Îlonê de ji wargeha ku lê dima derket û di 15'ê Cotmehê de li Taxa Molaqasimê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû.

Hevşaredar Bucak li ser gora Rojîn Kabaiş bi malbata wê re hevdîtin kir û careke din sersaxî ji xizmên wê re xwest. Paşê Hevşaredar û kesên pê re kulîlkên sor danîn ser gora Rojîn Kabaişê.

Hevşaredar piştre bi kesên pê re re, serdana gora Narîn Guran a 8 salî kir ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çolî ya navçeya Baglarê winda bûbû û di 8'ê Îlonê de cenazeyê wê li çemê Reş hatibû dîtin.

Piştî axaftin û xwendina duayan, gul danîn ser goristanê.

Serokên daîreyan û endamên meclîsê di serdanê de bi Hevşaredar Bucak re bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan