Cahît Sitki Taranci hat bibîranîn
Şagirtên Mala Zanînê ya Şaredariya Bajarê Mezin, helbestkarê navdar ê Diyarbekirê Cahît Sitki Taranci bi bîr anî û di salvegera mirina wî de bernameyeke bîranînê li dar xist.
Mala Zanînê ya bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwnan a Şaredariya Bajarê Mezin, di salvegera miirna wî de şairê navdar ê Diyarbekirê Cahît Sitki Taranci bi bîr anî. Bernameya bîranînê li Klûba Nivîskar û Şairan hate lidarxistin û ligel şagirtan mamoste jî amade bûn. Di bernameyê de, mamosteyan ji xwendekaran re behsa jiyana şairê naskirî Cahît Sikti Taranci kir û helbestên wî hatin xwendin.
Şagirt li Muzeya Cahit Sitki Taranci gerîyan
Piştî bernameya bîranînê ya li Mala Zanînê, xwendekaran berê xwe da navçeya Sûrê û li xaniyê wî yê li nav sûran geriyan. Xaniyê şair, wek Muzeya Cahît Sikti Tarancî hatiye terxankirin.
