Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Civîna "Standardîzasyona Kurdî" bi Rojnamevanan re

Di 22'ê Nîsanê de, ji bo standardîzasyona zimanî kurdî, bi boneya roja Rojnamevanên Kurd, Midûrîyeta Parastina Zimanî ya girêdayî Serokatîya Daîreya Çandê û Karên Civakî ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, bi dezgehên çapemenîyê yên ku bi Kurdî weşanê dikin re kom bû.

Piştî taştêya bi rojnamevanan re, li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê civînek hat lidarxistin. Di civîna ku ji aliyê Midûrê Şaxa Parastina Zimanî Tahir Baykusak û Zana Farqînî ve hat birêvebirin de, pirsgirêkên zimanî di nûçegihanîya Kurdî de û fikrên ji bo pêkanîna zimanekî hevpar di bikaranîna peyvan de hatin nîqaşkirin.

Zana Farqînî got ku ew di hewldana bidestxistina termînolojiyeke hevpar de ne di peyvên ku pir tên bikaranîn de, û diyar kir: "Di navbera herêman de jî cudahiyên bikaranîna peyvan hene. Dema ku her dezgeheke çapemeniyê - çi di cih de be çi na - termînolojiyek cuda bi kar tîne, ev dibe sedema pirrdengîyê ji alîyê zimanî ve. Ev ne tiştekî baş e ji bo zimanî, divê standardîzasyon hebe." Farqînî her wiha got ku wan bi zanebûn civîn di Roja Rojnamevanên Kurdî de li dar xistiye, û got ku ew ê van civînan bi awayekî periyodîk mehê carekê bidomînin da ku pirsgirêkan çareser bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan