Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Zarokistana 450 Evlerê çalakiya tirî û pilûrê ji bo zarokan hat lidarxistin

Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo zarokên ku li Zarokistana 450 Evlerê perwerde dibin çalakiya tirî û pilûrê li dar xist. Serokatiya Xizmetên Civakî, li Zarokistana 450 Evlerê û Mala Lênêrîna Rojê ji bo zarokên ku li wir perwerde dibin çalakiya tirî û bastêqê pêk anî. Di çalakiya li bexçeyê zarokistan

Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo zarokên ku li Zarokistana 450 Evlerê perwerde dibin çalakiya tirî û pilûrê li dar xist.

Serokatiya Xizmetên Civakî, li Zarokistana 450 Evlerê û Mala Lênêrîna Rojê ji bo zarokên ku li wir perwerde dibin çalakiya tirî û bastêqê pêk anî.

Di çalakiya li bexçeyê zarokistanê de zarokan, bi alîkariya dêûbav û mamosteyên xwe gûz xistin ser bendan û ew li pilûra ku di beroşê de keliyabû xistin û meşlûrên gûzan çêkirin, piştre jî pilûr ji bo bastêqê li ser çarşefan belav kirin.

Paşê zarokan meşlûrên gûzan li ser bendên ku hatibûn amadekirin daliqandin û çarşefên bastêqê jî dan ber rojê.

Di çalakiyê de, zarokan hem çanda xwe hem jî qonaxên tirî yên ku li herêmê tên çandin û dibin xwarinên cuda hîn bûn.

Zarokan, bi tevlîbûna çêkirina meşlûrê gûzan û bastêqê hem kêfxweşiya afirandinê jiyîn hem jî bi dilê xwe kêf kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan