Canbexşên Sariqamîşê hatin bibîranîn
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya salvegera 107emîn a Bizava Sariqamişê bernameyeke yadkirinê li dar xist.
Di bernameya ku li Malên Zanînê yên di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê hate lidarxistin de, xwendekaran helbest, gotar û nivîsên xwe yên li ser şehîdan nivîsîn xwendin.
Di bernameya bîranînê de xwendekaran, kurtefîlm û belgefîlmek der barê Şehîdên Sariqamîşê de temaşe kirin.
Di dawiya bernameyê de, xwendekar û perwerdekaran ji bo canbexşên Sariqamişê dua kirin.
