Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariya Bajarê Mezin dê avahiya çandê nû bike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê avahiya teniştê ku 26 sal in xebatên çand û hunerê lê dihatin kirin, lê di heyama 8 salan a qeyûman de ji ber xemsariyê hilweşiya. Avahiya teniştê ya ku li pişt avahiya sereke ya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku bi salan wekî Şanoya Bajêr a Midûriyeta Çand û

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê avahiya teniştê ku 26 sal in xebatên çand û hunerê lê dihatin kirin, lê di heyama 8 salan a qeyûman de ji ber xemsariyê hilweşiya.

Avahiya teniştê ya ku li pişt avahiya sereke ya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku bi salan wekî Şanoya Bajêr a Midûriyeta Çand û Turîzmê dixebitî, di heyama 8 salan a qeyûman de bêkar ma. Avahiya teniştê ya ku ji damezrandina sala 1992an hetanî ku qeyûman di Mijdara 2016an de xebatên çand, huner û konferansê yên bajêr dihatin kirin û di heman demê de hewcedariyên saziyên sivîl ên bajêr jî dianîn cih, ji ber îhmal û xemsariyê hilweşiya.

Sînemaya Biçûk nayê bikaranîn

Hat dîtin ku ji banê avahiya teniştê ku tê de konser, lîstikên şanoyê lê dihatin lîstin, bi salan kongre û konferansên cûrbecûr tê de dihatin lidarxistin av diherikî, çîpê dîwaran diherikî, derî û kursiyên odan bi tevahî ji hev ketine, nayêne bikaranîn. Sînemaya biçûk a Burhan Karadenîz ku demekê gelek fîlm lê dihatin pêşandan, bi salan ji qedera xwe re hat terikandin.

Beşek ji avahiya teniştê ya ku ji bo temaşekirina çalakiyên hunerî û çandî ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat, bi salan weke arşîva şaredariyê, Ofîsa Têkiliyan a Veguherîna Bajêr a Taxên Dîcle-Ferîtkoşkê û depo hat bikaranîn.

Şaredariya Bajarê Mezin dê vê avahiyê nûjen bike

Bi talîmata Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştevaniyê ji bo nûkirina avahiyê dest bi xebatê kir. Şaredariya Bajarê Mezin, piştî xebatên nûkirinê, dê ji bo xebatên çand û hunerê vê avahiyê dîsa bixe ber xizmetê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan