Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kargeha Hunerê ya Zarokan li taxên bajêr

Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên dawiya hefteyê de, li taxên bajêr bi zarokan re bernameyên kargeha muzîk, boyax û dramayê didomîne. Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo derxistina holê ya jêhatîbûn û potansiyela zarokan û zêdekirina eleqeya wan a ji bo hunerê, kargehên hunerê

Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên dawiya hefteyê de, li taxên bajêr bi zarokan re bernameyên kargeha muzîk, boyax û dramayê didomîne.

Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo derxistina holê ya jêhatîbûn û potansiyela zarokan û zêdekirina eleqeya wan a ji bo hunerê, kargehên hunerê yên zarokan didomîne. Di vê hefteyê de navnîşan taxên Kayapinar, Yenişehir û Baxlarê yên Amedê bûn. Ji bo bi dehan zarokên ku li taxên Seyrantepe Sanayi, Kayapinar Kûçe, Baxlar 5 Nisan û Pirinçlikê dijîn, Kargeha Hunerê ya Zarokan hat lidarxistin.

Di kargeha ku bi hevkariya Ma Muzik Center pêk hat de, mamosteyên perwerdeyê bi erbane û stranên ku bala zarokan dikişînin, li taxan geriyan û zarok kom kirin.

Mamosteyên perwerdeyê, bi zarokan re xelek çêkirin, stran gotin, amûrên muzîkê lêxistin û wêne çêkirin û kargehê pêk anîn. Di çalakiyê de zarokan, bi malbatên xwe re bi kêfxweşî demeke xweş û şad derbas kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan