Tîmên Çareseriya Li Cih li Pasûrê esnaf û welatî guhdar kirin
Tîmên Çareseriya Li Cih ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Pasûrê serdana 140 esnafî kirin û li qehwexaneyan bi welatiyan re hatin cem hev.
Tîmên Çareseriya Li Cih ên ku di nav nava Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe didomînin, serdanên xwe yên navçeyan berdewam dikin. Di çarçoveya van xebatan de yên ku armanca wan guhdarkirina rasterast a pêdiviyên welatiyan û meşandina xizmetên şaredariyê di vê rêyê de ye, li navçeya Pasûrê bi esnaf û welatiyan re hevdîtinên rûbirû hatin kirin.
Serdana 140 esnafî hate kirin
Tîmên ku li navçeyê serdana 140 esnafî kirin, pirsgirêk û daxwazên esnafan ên derbarê xizmetên şaredariyê de guhdar kirin. Di serdanan de bendewarî û pêşniyarên çareseriyê yên li ser xizmetên li navçeyê hatin nîqaşkirin.
Di çarçoveya xebatê de tîm li qehwexaneyan bi welatiyan re jî hatin cem hev û daxwaz û pêşniyarên wan wergirtin. Welatiyan pêdiviyên xwe yên derbarê av, rê, park, paqijî û rêzkirina derdorê de anîn ziman û daxwaza lidarxistina civînên gel jî anîn zimên.
Daxwaz ji yekeyên eleqedar re hatin ragihandin
Pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên ku di hevdîtinan de hatin anîn ziman, ji yekeyên eleqedar ên Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Navçeyê re hatin veguhastin. Armanc ew e ku daxwaz ji yekeyên peywendîdar re zûtir bên ragihandin û pêvajoyên çareseriyê bi hevkariya saziyan bêtir bên şopandin.
Di civîna koordînasyonê ya ku berê di navbera yekeyên têkiliyên bi gel re yên Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan de hate kirin de, biryar hatibû girtin ku xebatên qadê bi hevkarî bên meşandin. Serdanên li Pasûrê jî di çarçoveya xurtkirina vê koordînasyonê de hatin meşandin.
Kanalên ragihandinê yên Şaredariyê hatin parvekirin
Tîman di serdanan de bi bîr xist ku Şaredariya Bajarê Mezin 7/24 xizmetê dide û kanalên ragihandinê yên ku welatî dikarin bigihîjin şaredariyê parve kirin. Hate diyarkirin ku welatî dikarin pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên xwe bi rêya telefonkirina xeta ALO 153yê an jî li ser xeta WhatsAppê ya bi jimara 0412 153 00 00 ji şaredariyê re ragihînin.
Xeta Alo Tundûtijî hate nasandin
Di çarçoveya xebatê de her wiha Xeta Alo Tundûtijî ya bi jimara 444 36 21 hate nasandin. Agahî hate parvekirin ku jin dikarin di her kêliyê de ku hewce bike, bi ewlehî bi rêya vê xetê piştgiriyê werbigirin.
