Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

100 kg goştê ku dema wê derbas bûye hat girtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di kontrolan de 100 kîlo goştê mirîşkê yê ku dema wê derbas bûbû, ji bo ku welatî dema dixwazin bigihêjin xwarina saxlem pê jehrî nebin, desteser kir. Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê xebatên xwe didomîne ji bo ku gel bigihêje xwarinên saxlem bi rêya kontrolkirina f

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di kontrolan de 100 kîlo goştê mirîşkê yê ku dema wê derbas bûbû, ji bo ku welatî dema dixwazin bigihêjin xwarina saxlem pê jehrî nebin, desteser kir.

Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê xebatên xwe didomîne ji bo ku gel bigihêje xwarinên saxlem bi rêya kontrolkirina firoşkarên xwarinê, qesabxane û xwaringehan.

Ekîbên Midûriyeta Karên Tenduristiyê û Zabiteyan li esnafên ku goştê mirîşkan difiroşin û esnafên ku kilo kilo goştê pijandî çêdikin kontrol kirin.

Di lêkolînê de 100 kîlo goştê mirîşkê yê ku dema wê derbas bûbû ji aliyê ekîban ve hat qefaltin û îmha kirin û der barê kargehan de jî tedbîrên hiqûqî hatin girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku gel bigihêje xurekên ewle, dê bi girtina hemû tedbîran ve kontrolên xwe bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan