Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Di kontrolan de 444 lître şîrê dembihûrî hat desteserkirin

Ji aliyê Koordînasyona Kontrola Xwarinê ku di bin pêşengiya Şaredariya Mezin a Amedê de hatiye damezrandin, di kontrolên berî meha Remezanê de, 444 lître şîrê ku dema bikaranînê derbas bûye, li kargehekê, hat desteserkirin.

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, berî meha Remezanê ji bo ku gel bigihîje xwarina saxlem û ewle, kontrolên xwe zêde kirin. Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Kontrola Xwarinê ku tîmên girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û Serokatiya Daîreya Zabita tê de cih digirin, li cihên karî yên wek xwaringeh, kargeha şîrînahiyê û kargehên din kontrolên xwe didomînin.

Li dijî cihê karî prosesa qanûnî hat bikaranîn

Di dema kontrolan de li kargeheke li navçeya Yenişehirê hat tespîtkirin ku dema bikaranîna 444 lître şîrî derbas bûye. Tîmên ku şîrê desteserkirin îmha kirin, li dijî cihê karî prosesa qanûnî pêk anîn.

Tîm dê di dema meha Remezanê de jî kontrolên xwarinê bi awayekî tund bidomînin û tedbîran li dijî rewşên ku tenduristiya gel tehdît dikin bigirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan