Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

712 cihên kar hatin kontrolkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo parastina tenduristiya gel, ji destpêka meha Remezanê ve li 712 cihên kar kontrol kiriye.

Tîmên girêdayî Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, di meha Remezanê de li cihên wekî lokanta, xwaringeh, pastexane û kargehan, ku rasterast bi tenduristiya gel re têkildar in, kontrolên xwarinê pêk tînin.

Tîmên ku di çarçoveya Koordînasyona Kontrolkirina Xwarinê de perwerdehiyên wan hatine dayîn û karên xwe dimeşînin, di seranserê meha Remezanê de, bi taybetî li navenda bajêr û 17 navçeyan, kontrolên xwe didomînin.

Di çarçoveya kontrolên ku li 712 cihên kar hatin kirin de, tîman 80 kîlogram çaya qaçax a ku tarîxa wê ya bikaranînê derbas bûye, 452 lître şîr, 68 kîlogram berhemên ardî, 15 kîlogram goştê sor, 25 kîlogram goştê mirîşkan, 27 kîlogram berhemên bê etîket û 4 qutî hêk desteser kirine. Herwiha tîman, di kontrolên nanpêjxaneyan de, yên ku nanên kêm giranî dipêjin, tespît kirin. Tîman xwarinên desteserkirî tune kirin û li ser cihên kar prosedurên qanûnî sepandin.

"Em ê destûrê nedin kiryarên ku tenduristiya gel têk bidin"

Serokê Daîreya Tenduristiyê Vahap Saçakli, derbarê kontrolan de agahî da û diyar kir ku ew ê di mijara parastina tenduristiya gel û gihîştina xwarina ewle de ti tawîzê nedin û got: "Kontrolên me bê navber dê bidomin, em ê destûrê nedin ti kiryarên ku tenduristiya xelkê me têk bidin."

Tîm, di seranserê meha Remezanê de, bi awayekî hişk kontrolên xwarinê didomînin û li dijî rewşên ku tenduristiya gel tehdît dikin tedbîran digirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan