Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Serra Bucak, Cejna Remezanê ya xebatkarên şaredariyê pîroz kir

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, bi wesîleya Cejna Remezanê cejna xebatkarên şaredariyê yên piştî betlaneyê dest bi kar kirî pîroz kir.

Hevşaredar Bucak, xebatkarên ku serê sibehê dest bi mesaîya xwe kirin, ligel Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Zerîn Turk û Reşat Bakan, serokên daîreyan û endamên meclîsê li ber deriyê avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêşwazî kirin. Hevşaredar Bucak Cejna Remezanê ya xebatkaran pîroz kir û di xebatên xwe de serkeftin ji wan re xwest.

Piştî pêşwaziya li avahiya xizmetê ya şaredariyê, Hevşaredar Bucak, cejna xebatkarên yekîneya ALO 153 ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de xizmetê dike, pîroz kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan