Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Heyeta CHPê serdana Şaredariya Amedê kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Alîkarê Serokê Koma CHPê Alî Mahîr Başarîr û heyeta pê re pêşwazî kirin. Alîkarê Serokê Koma Partiya Komarî ya Gel (CHP) Alî Mahîr Başkar ê ku ji bo lêkolînkirina qada şewatê ya di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê d

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Alîkarê Serokê Koma CHPê Alî Mahîr Başarîr û heyeta pê re pêşwazî kirin.

Alîkarê Serokê Koma Partiya Komarî ya Gel (CHP) Alî Mahîr Başkar ê ku ji bo lêkolînkirina qada şewatê ya di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û wekîlên pê re Velî Ağbaba, Sezgin Tanrikulu, Ahmet Baran Yazgan re hat bajêr, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kir. Piştî pêşwazîkirinê, Hevserokan bi heyeta CHPê re yek bi yek hevdîtinek pêk anîn.

Hevserok Bucak ji ber serdana heyeta CHPê spasiya wan kir û ji ber şewata navbera navçeyên Çinar û Şemrexê de bal kişand ser girîngiya hevgirtinê.

Tanrikulu: Em li dijî pêkanînên qeyûman têdikoşin

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku wan serdana hevgirtinê ji bo hevserokên bijartî yên Amedê kiriye. Tanrikulu bal kişand ser wêrankirina qeyûman a li bajêr û got, “Divê careke din rêbaza qeyûm tayînkirinê neyê ceribandin. Ev pêkanîn ji niha û pê ve nayê qebûlkirin. Pirsgirêka Kurd ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye, hîn bêhtir dixe nava xirecirê û aloztir dike. Em li dijî vê pêkanînê ne û em ê ji bo vê têbikoşin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan