Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak beşdarî civîna Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Civîna Lijneya Rêveber a Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ya ku li Urfayê hat lidarxistin bû. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî Civîna Lijneya Rêveber a Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê bû. Civîna ku li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê y

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Civîna Lijneya Rêveber a Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ya ku li Urfayê hat lidarxistin bû.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî Civîna Lijneya Rêveber a Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê bû. Civîna ku li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Urfayê bi serokatiya Waliyê Diyarbekirê Murat Zorluoglu û bi mazûvaniya WaliyêUrfayê Hasan Şîldak hat lidarxistin. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Urfayê Mehmet Kasim Gulpinar, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya û Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê Yunus Çolak jî beşdarî civînê bûn.

Proje hatin nirxandin

Di civînê de, rewşa niha ya projeyên ku di çarçoveya Projeya Karsaziya Civakî, Hêzdarkirin û Hevgirtinê (SEECO) de, ku bi hevkariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Banka Cîhanî û ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve tê fînansekirin, pêk tên, hat nirxandin.

Di dema ku agahdarî di derbarê Bernameya Piştgiriya Veguherîna Kesk a Civakî ya Tevgir (SoGreen) de jî hate parve kirin, ku Banka Navdewletî ya Nûavakirin û Pêşketinê (Banka Cîhanî) dê fînansorê wê be, li ser rola ku dê ajans bigre ser xwe de agahiyên berfireh ji endamên desteyê re hatin dayîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan