Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Civîna Desteya Sincê ya Erkdarên Cemaweriyê li Diyarbekirê hat kirin

Komxebata bi destê Desteya Sincê ya Erkdarên Cemaweriyê tê rêvebirin û li ser since rêveberiya xwecihî ye, piştî Entab, Trabzon û Erziromê li Diyarbekirê hate lidarxistin.

Bi beşdarîya Serokê Desteya Sincê ya Erkdarên Cemaweriyê Koksal Toptan û Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li Diyarbekirê civîna Desteya Sincê ya Erkdarên Cemaweriyê hate pêkanîn.

Desteya Sincê ya Erkdarên Cemaweriyê li ser çawanîya xebatên rêveberiyên xwecihî dixebite, ev deste ji aliyê Yekitiya Ewropa û Komara Tirkiyeyê ve tê fînansekirin. Mebesta vê civînê ew e ku di xizmetguzariya rêveberiyên xwecihî de şefafî, duristî, hesapdanîn û qelîteya xizmetguzariyê bête helsengrandin.

Civîna desteyê, li otêleka Peyasê hate pêkanîn, Walî Guzeloglu ligel cîgirên xwe, qeymaqam û gelek beşdar tê de amade bûn. Di civînê de xizmetguzariya saziyên cemaweriyê hate nirxandin û li ser mijarê bi berfirehî axaftin hatin kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan