Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Cizîrê av ji 71 xaniyan hat valakirin, 22 kolan hatin paqijkirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ava jêrzemîna 71 xaniyên li navçeya Cizîrê ya ku lê lehî rabû, vala kir û 22 kuçeyên herimî paqij kirin. Midûriyeta Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin, Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji roja ewil û vir ve midaxaleyê karesata

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ava jêrzemîna 71 xaniyên li navçeya Cizîrê ya ku lê lehî rabû, vala kir û 22 kuçeyên herimî paqij kirin.

Midûriyeta Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin, Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji roja ewil û vir ve midaxaleyê karesata lehiyê ya ku di 4ê gulanê de li navçeya Cizîra Şirnexê ji ber barana zêde çêbû. Ekîbeke ji 16 kesan û bi 5 wesayitan ji bo xebatê li kuçe, kolan û xanî, kargeh û otoparkên ku li ber lehiyê ketine, hatin wezîfedarkirin.

Av ji jêrzemîna 71 xaniyan hat valakirin

Ekîban ji roja ewil a lehiyê vir ve ji jêrzemîna 71 xaniyan, cihê kar û otoparkan av vala kir, li navçeyê 22 kuçe û meydanek jî şuştin.

Ekîban her wiha li navçeyê bi kamyoneke kanalîzasyonê ya hevpar xebatên paqijkirina kanal û vakûmê kirin.

Hin ekîban xebat bi dawî kirin

Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê piştî xebatên xwe temam kirin ji navçeyê veqetiyan, lê belê ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê jî li navçeyê xebatên xwe didomînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan